Li Başûrê Kurdistanê dê destkeftiyên Kurdan çawa bên parastin?

Biryarên hikumeta Iraqê yên têkildarî Başûrê Kurdistanê nîşan da ku pêdiviya Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi yekîtiyê heye. Rêber Abdullah Ocalan jî banga yekîtiya demokratîk dike.

Li Başûrê Kurdistanê dê destkeftiyên Kurdan çawa bên parastin?
28 mijdar, 2026   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta navendî ya Iraqê der barê deriyan û petrola li Herêma Kurdistanê de biryar da, bi vê biryarê re ji bo Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kir. Divê deskeftiyên Başûr ku bi taybet di sala 2005`an de qanûnî di destûrê de hatine qebûlkirin, bên parastin. 

24`ê Mijdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li hember biryarên hikumeta Iraqê nerazîbûna xwe nîşan da. Di daxuyaniyeke hevpar de bang li hikumeta Iraqê kirin ku li gorî destûrê tev bigere û bi rêya diyalogê ev mesele bê çareserkirin.

Lê hîna YNK û PDK`ê li ser parlamentoyê, avakirina hikumetê û rêvebirina saziyan li hev nekiriye. Piştî biryarên hikumeta Iraqê gelo dê her du partî ji aliyê siyasî û sazûmanî ve bibin xwedî yekhelwest?

PIŞTÎ KETINA SEDAM HEYANÎ 2005’AN

Piştî hilweşîna sîstema Iraqê sala 2003`yan ji aliyê siyasî ve ji bo gelê Kurd girîng bû. Sala 2005`an her du partiyan hilbijartinên parlamentoyê çêkir û ji sedî 85.2 deng wergirt. Her wiha tev li pêvajoya siyasî ya Iraqê bûn û sala 2005`an di madeya 117`an a destûra Iraqê de Başûrê Kurdistanê bû herêmeke federal.

Sala 2006`an derokê YNK`ê Celal Talebanî û serokê PDK`ê Mesûd Barzanî peymana yekkirina rêveberiyê îmze kir. Gulana 2005`an bi hev re hikumet ava kirin. Li gorî peymanê diviyabû saziyên leşkerî û ewlehiyê hevpar bin lê tenê beşeke vê bendê pêk hat.

KERKÛK 2017`AN

Di bûyerên 16`ê Cotmehê 2017`an de ji ber referanduma serxwebûnê ya 25`ê Îlonê qewimîn, diyar bû ku her du partî di aliyê siyasî û leşkerî ve ne xwedî yekhelwestê bûn.

Dema ku hêzên hikûmeta Iraqê ber bi Kerkûkê û herêmên ku li ser li hev nakin hatin, hêzên YNK`ê xwe vekişand, Kurdan nekarî xetên xwe yên parastinê biparêzin û Bexdayê destê xwe danî ser Kerkûkê û hinek herêmên dîtir.

RÊBER APO BANGA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK DIKE

Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe ya 6`ê Hezîranê 2026’an de girîngiyê dide kongreya neteweyî ya Kurdistanê û got: “Yekitiya neteweyî ya Kurdan tenê bi rêya tevgereke siyasî, partiyekê û komekê pêk nayê. Divê Kurd di pirsgirêkên neteweyî de bibin xwedî yekhelwest. Dê ev yek bikeve bin xizmeta gelê Kurd. Bi rêya diyalogê û nîqaşê dikarin bigihêjin çareseriyê û kongreyê neteweyî li dar bixin.”

ÎRO PÊDIVIYA KURDAN BI ÇI HEYE?

Ji bo deskeftiyên gelê Kurd bên parastin pêdivî pê heye ku di aliyê siyasî de bibin xwedî yekhelwest, yekkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê, lêvegereke destûrî ya hevpar hebe da ku dan û standinê bi Bexdayê re bikin û mafên xwe yên di destûra Iraqê de hatine qebûlkirin, biparêzin.

Her wiha hemû partiyên siyasî, saziyên civakî, jin, ciwan û rewşenbîr cihê xwe di çareserkirina pirsgirêkên neteweyî de bigirin. Pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Li hember krîz û qeyranan xwedî yekhelwest bin.

(np)

ANHA