ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2026
28 mijdar, 2026   02:00

Piştî zêdetirî 20 salên têkoşîna çekdarî, pevçûnên mezin û însiyatîfên aştiyê yên ku bi ser neketin, rêça Tevgera Azadiya Kurdistanê di destpêka 30 salan de gihîşt qonaxeke dîrokî ya diyarker. Vê guhertinê, navenda giraniyê ji qada leşkerî ber bi nirxandina fikrî, jinûveavakirina rêxistinî û lêgerîna çareseriyên siyasî û demokratîk ên mayînde ji bo pirsgirêka Kurd ve veguhast.

Biryarên hikumeta Iraqê yên têkildarî Başûrê Kurdistanê nîşan da ku pêdiviya Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi yekîtiyê heye. Rêber Abdullah Ocalan jî banga yekîtiya demokratîk dike.

Parêzer û çalakvan Xanim Eyo diyar kir ku rûbirûbûna tundiya li dijî jinan hewceyî reformên qanûnî yên bingehîn e, wekî pêşxistina mekanîzmayên parastin û bersivdayînê yên qanûnî û civakî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pirsgirêka gundê Çetelê yê Dirbêsiyê ya elektrîkê heye. Piştî bihabûna mazotê jeneratora gund nema bi kar anîn û elektrîk qut bû. Şêniyan li gorî derfetên xwe pirsgirêka xwe bi demkî çareser kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bandora şerê li Til Temirê û gundewarên Hesekê, hezar û 276 xwendekar ji perwerdeyê bê par kirine. Ziyan li 16 dibistanan bûye, di nava wan de 5 bi tevahî wêran bûne, di heman demê de 5 avahiyên dibistanan kirine stargeh. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYD'ê li hola partiyê ya li taxa Kebaba ya Hesekê civîneke berfireh ji jinan re li dar dixe, saet 09.30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)