Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Civata navneteweyî bikaranîna cezayan wek alaveke fişara siyasî li ser welatên herêmê dewam dike, wekî rewşa Sûriyeyê ku di rewşeke aborî ya tengav de ye. Di vê navberê de, dan û standinên nukleer ên di navbera Washington û Tehranê de dikevin qonaxeke krîtîk. Li Xezayê jî dibe ku pêleke nû ya koçberî rû bide.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
26 nîsan, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser cezayên ku li ser Sûriyeyê hatine sepandin, gera dan û standinên Washington û Tehranê û koçkirina bi darê zorê li Xezayê.

‘SÛRIYE: WELATEKÎ KU ABORIYA WÊ TÊK ÇÛYE ÇAWA DIKARE MAFÊN MIROVAN BIPARÊZE?’

Rojnameya El Ereb a Londonê ku bal kişand ser cezayên ku li ser Sûriyeyê hatine sepandin û pirsa navdar a "Kîjan pêşî hat; mirîşk an hêk?" pirsî û wiha domand: “Gelo berî her tiştî divê cezayên li ser Sûriyeyê bên rakirin, yan divê li benda tedbîrên reformê yên hikumeta nû bin?"

Rojnameyê pirs kir ku dewleteke aboriya wê têk çûye çawa dikare reforman û bernameyên li dijî terorîzmê pêk bîne û diyar kir ku li Sûriyeyê hema hema hemû binesazî hilweşiyaye û zêdetirî ji sedî 90’ê xelkê Sûriyeyê bi kêmtirîn pêdiviyên jiyanê dijîn.

Rojnameyê da zanîn ku Sûriye bi beşdarbûna di civînên Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) li Washingtonê hewl dide pencereyeke dîplomatîk veke da ku îzolasyona xwe bişikîne.

‘GERA PISPORAN DAN Û STANDINÊN WASHINGTON-TEHRANÊ BER BI ‘QONAXA HESTIYAR’ VE DIBE’

Rojnameya El Şerq El Ewset, der barê gera sêyemîn a dan û standinên Dewletên Yekbûyî yên  Amerîkayê (DYA) û Îranê yên li Umanê de nivîsî û diyar kir ku ev ger dê dosyaya nukleerî ya Îranê derbasî qonaxeke hestiyar bike.

Rojnameyê bal kişand ser nêrînên nakok ên serokê DYA’yê Donald Trump ku geşbîniya xwe ya lihevkirinê nîşan da û rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî ku got rewşa niha aloz e û dibe encam berovajî bibin.

Li gorî rojnameyê, tevî gumanan jî, lê dan û standin derfetek ji bo hemû aliyan e ku xwe ji senaryoya şer dûr bixin, bi şertê ku vîneke siyasî ya rasteqîn ji bo pêkanîna rêkeftinekê hebe.

‘KOÇBERKIRINA DI NAVBERA ZORÊ Û DILXWAZIYÊ ​​DE’

Rojnameya El Xelîc behsa mijara koçberkirina ji Xezeyê kir û diyar kir: "Ev yek qonaxa herî metirsîdar a tunekirina doza Filistînê ye. Li Xezayê şer, dorpêçkirin, birçîbûn û fermanên valakirinê hene, ev jî herêmê dike "herêmeke ku jiyan lê nabe.”

Rojnameyê bal kişand ser tişta ku Îsraîl wê wekî "koçberiya bi dilxwazî" bi nav dike ku wê wek hinceteke qanûnî û exlaqî ya derewîn bi kar tîne ji bo pêkanîna plana koçberkirina bi darê zorê ku DYA destekê didê ji bo valakirina Xezayê.

(k)