Rûsyayê êrişî tesîsên enerjî û gazê yên Ukraynayê kir

Rûsyayê êrişî tesîsên enerjî û gazê yên li 5 deverên Ukraynayê kir, kehrebe li hejmarek deveran qut kir, şewat çêbûn û sivîl birîndar bûn.

Rûsyayê êrişî tesîsên enerjî û gazê yên Ukraynayê kir
25 mijdar, 2026   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên Ukraynayê, êrişên îro yên Rûsyayê zirar gihandine binesaziya enerjî û gazê li 5 herêmên Ukraynayê. Ji ber êrişan kehrebe li wan herêman qut bû.

Şirketa enerjiyê ya Ukraynayê “DTEK” ragihand ku ji ber êrişan hilberîna kehrebê li yek ji santralên wê yên termîk rawestand û zirarên giran gihandine amûrên wê. Li herêma Poltava ya li navenda welêt li tesîseke hilberîna gazê ya girêdayî kompanyaya Naftogazê agirek mezin derket û xebata wê rawestand.

Cîgirê Wezîrê Enerjiyê yê Ukraynayê Artem Nekrasov diyar kir ku ji ber êrişan dabînkirina kehrebeya derve ya ji bo santrala nukleerî ya Zaporîjya (ku di bin kontrola Rûsyayê de ye) qut bû.

Li gorî parêzgarê herêmê Mykhailo Semekin, li herêma Zaporîjya, li dijî avahiyekê êriş pêk hat ku di encamê de 6 kes, di nav de 2 zarok, birîndar bûne. Duh jî, di êrişeke din a Rûsyayê li ser avahiyekê de herî kêm 50 kes birîndar bûbûn.

Serokwezîrê Ukraynayê Denys Shmyhal diyar kir ku rewş li Zaporîjyayê herî krîtîk e û li wir xebat ji bo çareserkirina encamên êrişan berdewam in.Shmyhal da zanîn ku li herêma Kîevê kesek hatiye kuştin û hêzên Rûsyayê li başûrê welêt rêyên lojîstîkî kirine armanc û di encamê de zirar gihîştiye cihên sivîl û avahiyan.

Parêzgarê Odesayê, Oleh Kiper ragihand ku Rûsyayê bi dronan êriş bir ser binesaziyan û tesîsên enerjiyê û zirarên mezin çêbûn.

(f)