Tirsa bilindbûna aloziyan li lubnanê û belavbûna nakokiya rûsya-ukraynayê bo Lîbyayê

Tirs û fikarên li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya her ku diçe aloztir dibe li Lubnanê zêde dibin, her wiha der barê bandorên gihiştina şerê Rûsya-Ukraynayê bo Lîbyayê jî hijşyarî tên dayin.

Tirsa bilindbûna aloziyan li lubnanê û belavbûna nakokiya rûsya-ukraynayê bo Lîbyayê
24 mijdar, 2026   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîs û analîzên ku îro di rojname û dezgehên medyayê yên Erebî de hatine weşandin, pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên li Lubnanê û bandorên şerê Rûsya-Ukraynayê yê ku li Lîbyayê belav dibe, nirxandin.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya Kuweytî Al Rai, di gotarek bi sernavê "Fransa, Xwediyê Qelemê Lubnanê, Ji Arîşeya Nû Ditirse" de, rola Fransayê di şêwirmendiyên navneteweyî yên ku armanc dikin alternatîfek ji bo hêzên UNIFIL li Lubnanê bibînin û zehmetiyên têkildarî bicîhanîna Biryara 1701 de, gotûbêj kir.

Rojnameya Lubnanî El Şerq di gotareke bi sernavê "Peyama Serxwebûnê: Aoun li hember Pasvanên Şoreşa Îranê diaxive" de, bal kişand ser axaftina Roja Serxwebûnê û guhertina helwesta serokatiya Lubnanê û destwerdana Îranê û kontrola Îsraîlê di nav astengiyên li pêşiya temamkirina serxwebûna welêt de. Her wiha bandorên vê yekê li ser hevsengiya siyasî ya navxweyî.

BANDORÊN ŞERÊ RÛSYA-UKRAYNAYÊ

Rojnameya Lubnanî El Axbar, di gotareke bi sernavê "Êrîşên Bengazî: Lîbya eniya paşîn a pevçûna Rûsya-Ukraynayê ye?" de, behsa veguherîna axa Lîbyayê bo eniya paşîn a pevçûna navneteweyî û xetereyên ku ev yek ji bo hevsengiya hêzê di navbera hikûmetên li Trablûs û Bengazî de çêdike kir, ji ber hebûna leşkerî ya Rûsyayê û kiryarên Ukraynayê.

Bi heman awayî, rojnameya Lubnanî El Şerq, di gotareke bi sernavê "Gelo Şerê Ukraynayê Ber bi Çekên Nukleerî Ve Ber Bi?" de, li ser îhtîmala bilindbûna aloziyê bo astên xeternakti, nîqaş kir.

Gotarê destnîşan kir ku di qonaxa niha de bikaranîna çekên navokî ne mimkûn xuya dike û dibe ku Moskow li şûna wê bersivên leşkerî yên kevneşopî yên tundtir hilbijêre.

Rojnameya Lubnanî El Bînaa, di analîza xwe ya "Ukrayna Rûsyayê li Derveyî Welat Armanc Dike" de, behsa veguhestina pevçûnê bo Deryaya Navîn û bandorên êrişên li ser keştîyên deryayî yên Rûsyayê li Bengaziyê kir.

Her wiha pirsên di derbarê torên piştgiriyê, aliyên ku dibe ku beşdarî operasyonê bûne, û xetereyên berfirehbûna pevçûnê ji sînorên xwe yên erdnîgarî yên kevneşopî derxist holê.

(k)

ANHA