Desthilata Şamê bersiva şertên DYA’yê da

Desthilata Şamê diyar kir ku dê piraniya şertên DYA’yê yên ji bo rakirina cezayên qismî yên li ser Sûriyeyê pêk bîne û daxwaza dan û standinê kir.

Desthilata Şamê bersiva şertên DYA’yê da
26 nîsan, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Şamê bi peyameke nivîskî bersiva 8 şertên DYA’yê yên ji bo rakirina cezayên qismî yên li ser Sûriyeyê da. Desthilata Şamê diyar kir ku dê piraniya şertan pêk bîne, lê daxwaza dan û standinên bi DYA’yê re kir.

Di peyama desthilata Şamê de ku Reutersê weşandiye, hatiye diyarkirin ku desthilata Şamê komîteyek ji bo şopandina çalakiyên komên filistînî ava kiriye, dayîna erkên leşkerî ji bo kesên biyanî rawestandiye û soz daye ku nebe gef ji bo tu aliyan, di serî de jî Îsraîl.

Di peyamê de soz hatiye dayîn ku ofîseke pêwendiyan li Wezareta Karên Derve ya Şamê were avakirin ji bo şopandina dosyaya rojnamevanê amerîkî yê winda Austin Tice û berfirehkirina hevkariyê bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî re.

Li gorî Reutersê, Washington niha bersiva desthiata Şamê dinirxîne bêyî ku helwesteke fermî nîşan bide.