ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5- 5 – 2025
5 gulan, 2025   02:00

Siyasetmedar û akademîsyenên bajarê Dirbêsiyê hişyarî da ku dewleta Tirk a dagirker banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, paşguh dike û got nebersivdayîna vê bangê wê bi xwe re krîzan li hundirê Tirkiyeyê û li tevahî Rojhilata Navîn kûrtir bike.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Diyala Mihemed Silêman ku di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûye, bi hunera û erka xwe li hemberî doza gelê xwe wateya rast a hunera şoreşgerê nîşan da.

Ji ber gurbûna aloziyên mezhebî û iraqî, ku herî dawî di bûyerên Ceremana û Eşrefiya Sehnaya yên gundewarê Şamê de derketin, Sûriyeyê piştî dehan salan ji şer di yek ji qonaxên xwe yên herî xeternak de dijî.

Daîreya Pîşeyî ya Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gavine berbiçavan li ser mezintirîn projeya rêya Qamişlo-Dêrikê, ku di 2022’an de dest pê kiribû, dixebite.

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo Şehîd Aştiyê û Demokrasiyê, endamê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li qada Suryan a taxa Nasire bi beşdariya xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û koçberên Efrîn û Şehbayê konê sersaxiyê vedigire, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Akademiyên kantona Firatê yên Hêzên Erka Xweparastinê dewreya Şehîd Mihemed El Nasir li Akademiya Şehîd Cemal Kobanê ya bajarê Mensora yê kantona Tebqayê vedike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê navendeke nû ya tenduristiyê li bajarê Kobanê di çarçoveya projeyên xwe yên 2025’an de vedike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN