Hevsengiya hêzên navneteweyî û îhtîmala zêdebûna şerê bi Îranê re

Hêzên mezin hewl didin ku hevsengiya bandorê û sînorên têgihîştinên navneteweyî ji nû ve xêz bikin, di heman demê de pirs li ser îhtîmala şerê nû zêde dibin.

Hevsengiya hêzên navneteweyî û îhtîmala zêdebûna şerê bi Îranê re
28 mijdar, 2026   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî guhertinên di pergala navneteweyî û hevsengiya hêzê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA), Çîn û Rûsyayê de, her weha ihtimala şerê nû bi Îranê re şopand.

Rojnameya Lubnanî El Axbar, di gotarek bi sernavê "Nêrînek li Têkiliyên Navneteweyî piştî Civîna Sêalî de", behsa pêşveçûna dîrokî ya hevsengiya hêzên navneteweyî kir.

rojnameyê civîna ku DYA, Çîn û Rûsya li Shenzhenê anî cem hev bi veguherînên berdewam ên di sistema cîhanî de ve girêda û destnîşan kir ku "têkiliyên navneteweyî ji bilî sala 1989`an bi DYA`ê, rewşek ewqas aram a dewletek yekane ku rêça karûbarên navneteweyî kontrol dike nedîtiye."

Di çarçoveyek têkildar de, rojnameya Îmaratî El Xelîc, di gotarek bi sernavê "Çekên Nukleerî li Meydanê" de, behsa guhertinên di mijara nukleerî de kir û hişyarî da ku çekên nukleerî ji çarçoveyek astengkirina stratejîk ber bi hesabên karanîna leşkerî ya sînorkirî ve biçin, piştî bangên Koreya Bakur ji bo berfirehkirina karanîna çekên nukleerî yên taktîkî.

Di gotarê de hate destnîşankirin ku "qaîdeya zêrîn a ku bi dehsalan cîhanê birêve dibir guheriye."

Rojnameya Lubnanî El Exbar, di gotarek bi sernavê "Di navbera Êrişeke Yekalî û Dudiliyê de: Nakokiya Li Ser Îranê Di Nav Îsraîlê de", li ser nakokiyên di nav dezgeha ewlehiyê ya Îsraîlê de di derbarê destpêkirina êrişeke yekalî li dijî Îranê bêyî beşdariya Amerîkayê de nîqaş kir.

 Di gotarê de hate destnîşankirin ku serokê Mossadê Roman Gofman ger piştgiriyê dide vê vebijarkê, lê Serokê artêşê Eyal Zamîr tercîh dike ku li benda biryara Amerîkî ya li ser beşdarbûnê bimîne. Her wiha hate destnîşankirin ku vebijarka ji nû ve destpêkirina şer "ji bo nîqaşên serokatiya Îsraîlê bûye navendî."

(k)

ANHA