‘Li hember tundiyê pêdivî bi qanûn û mekanîzmayên parastinê yên lezgîn heye’

Parêzer û çalakvan Xanim Eyo diyar kir ku rûbirûbûna tundiya li dijî jinan hewceyî reformên qanûnî yên bingehîn e, wekî pêşxistina mekanîzmayên parastin û bersivdayînê yên qanûnî û civakî.

‘Li hember tundiyê pêdivî bi qanûn û mekanîzmayên parastinê yên lezgîn heye’
28 mijdar, 2026   05:15
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Bi belavbûna berdewam a tundiya li dijî jinan re, hewcedariya bi qanûnên berfirehtir û mekanîzmayên parastinê yên lezgîn ji bo garantîkirina mafên mexdûran pir girîng e. Parêzer û çalakvan Xanim Eyo der barê valahiyên qanûnî û rêbazên çereserkirinê de axivî.

Xanim Eyo ji ajansa me re diyar kir ku pirsgirêk ne tenê bi nebûna qanûnan ve sînordar e, lê bi metnên qanûnî yên heyî û mekanîzmayên pêkanîna wan ve girêdayî ye. Her wiha bal kişand ser nebûna krîmînalîzekirina tundiyê û naskirina wê wekî sûcek bi serê xwe yek ji van astengiyan e.

Xanimê destnîşan kir ku hin qanûn bi giranî li ser tundiya laşî disekinin, lê şêweyên din ên wekî tundiya psîkolojîk, hestyarî û aborî paşguh dikin.

TEDBÎRÊN LEZGÎN JI BO MISOGERKIRINA PARASTINA QURBANIYAN

Der barê tedbîrên qanûnî yên lezgîn de, Xanim Eyo diyar kir ku pêdivî bi peydakirina mekanîzmayên parastinê yên bilez û bibandor heye ku ne girêdayî encamdana darizandinan bin.

Xanimê her wiha bal kişand ser girîngiya peydakirina stargehên ewle û alîkariya qanûnî ya belaş, digel hêsankirina têkildayînê û afirandina hawîrdorek ewle di nav navendên polîsan de ku bihêle qurbanî giliyên xwe tomar bikin û şahidiyên xwe bêyî tirs an zextê bidin.

‘QANÛNÊN HEYÎ HEWCEYÎ REFORMÊN BINGEHÎN IN’

Der barê qanûnên heyî de ji bo hesabpirsîna ji sûcdaran, Xanim Eyo destnîşan kir ku ew têrê nakin û reformên bingehîn û qanûnên nû hewce dikin. Xanimê diyar kir ku zehmetiya îspatkirina sûcan û bicîhanîna qels a cezayan dibe sedema nebûna cidîtiyê di çareserkirina van binpêkirinan de.

Di dawiyê de Xanim Eyo banga avakirina dadgehên taybet ji bo dozên tundiya navmalî kir da ku çareserkirina wan bileztir bibe, hemû nivîsên qanûnî yên cudakar werin nirxandin û betalkirin û kar û barên gilîkirinê ji bo qurbaniyan hêsan bibin da ku bigihêjin edaletê û mafên wan werin parastin.

(k)

ANHA