Qasidê aştiyê Sirri Sureyya Onder hat oxirkirin

Cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li Goristana Zîncîrlîkuyuyê bi dirûşma “Qasidê aştiyê nemir e” hate definkirin.

Qasidê aştiyê Sirri Sureyya Onder hat oxirkirin
4 gulan, 2025   23:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, piştî nimêja cenazeyê ya li Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşa ya li navçeya Şîşliyê, ji bo definkirinê anîn Goristana Zîncîrlîkuyuyêya Sitenbolê .

‘QASIDÊ AŞTIYÊ NEMIR E’

Hezkiriyên Onder darbesta wî hilgirtin ser milê xwe û bi meş û tililiyan birin Goristana Zîncîrlîkuyuyê. Cenazeyê Onder, ji hêla bi hezaran kesan ve bi dirûşma “Qasidê aştiyê nemir e” hate pêşwazîkirin.

Cenazeyê Onder li ser daxwaza malbatê li Stenbolê hate definkirin. Beşdaran çîçek danîn ser gora Onder.