ROJEVA NAVENDA NÛCEYAN-27-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛCEYAN-27-10-2026
27 cotmeh, 2026   02:00

- Cotkarên gundewarên Kobanê ji ber bihabûna mazotê heya niha nekariye erdên xwe biçînin. Cotkaran ji rayedaran xwest piştgiriya çandiniyê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Fatma El Mihemed û Emîna El Casim ji 2 konên ku ji wan re bibûn mal li Kamp Newroz û salên dirêj lê man, niha berê xwe da konekî din ê li gundê xwe yê li Serêkaniyê, tevî ku dizanin ku li vegerê jî zehmetî hene, her du jinên koçber êşa 7 salên koçberiyê hilgirt û ber bi gundê xwe bi rê ketin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xebatên çaksaziyê li Stasyona Elokê ya bajarê Serêkaniyê weke çaksazîkirina xerabbûnan, herikîna avê ji xeta kişandinê ya sereke û pevguhertina hejmarek valveyan li Stasyona Hemê didomin.

-Li bajarê Hesekê têkildarî zimanê Kurdî û pêwîstiya destûrkirina wî li Sûriyeyê, li hola Nivîsgeha PYD’ê ya taxa Kebabe civînekê tê lidarxistin, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

-Înîsiyatîfên Gel ên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Çilaxayê der barê êrişên li dijî malbatên Kurd ên Girê Spî daxuyaniyan didin, saet 11.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN