Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel

Di roja 2'yemîn a Hefteya Wêjeyî de panelek bi sernavê "wêjeya li hember bikaranîna çandî" hat lidarxistin û bi zimanên Kurdî û Erebî çîrok hatin xwendin.

Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
Di roja duyemîn Hefteya Wêjeyî de panel
4 gulan, 2025   23:48
HESEKÊ

Çalakiyên Hefteya Wêjeyî ya sala 2025'an di roja duyemîn de, bi diruşma "Piştî sedema çewisandinê em çawa dikarin dîmena çandê ji nû ve ava bikin…rola wêjeyê", li bajarê Hesekê didomin. Di çalakiyê de wêjevan, rweşenbîr, kesên girîngiyê didin çandê amade bûn.

Di roja 2'yemîn de paneleke diyalogê bi navê "Wêje li hemberî bikaranîna çandî" hat lidarxistin. Di panelê de lêkoler û nivîskar beşdar bûn.

Lêkoler Beşîr Mela Newaf li ser çewisandina dijî wêjeya Kurdî ya di serdema rejîma navendî ya partiya Baas de, axivî. Newaf got ku gelek nivîskaran ji bo ku dengê xwe bilind bikin û belav bikin neçar bûn ku bi zimanên Erebî yan jî yên biyanî binivîsin.

Wêjevan Mihemed El Cezah diyar kir ku damezirandina dewleta Sûriyeyê di 1920'an de bi xwe re serhildaneke çandî ya niştîmanî anî û got: "Wê demê Kombenda Nivîskarên Sûriyeyî hat damezirandin û nimûneyeke baş a kesayeta Sûriyeyî ya giştî û niştîmanî pêşkêş kir û bi rêya çand û rewşenbîriyê li hemberî mêtingeriyê li ber xwe da."

Nivîskar Mihemed Baqî li ser guhartinên siyasî û çandî yên ku di dema pêşketina şepêla neteweperestiyê de derketin, bi taybetî di serdema partiya Baas de, axivî û got: "Dengên çepgir hatin tunekirin, nexasim Partiya Çepgir a Sûriyeyê. Ji ber wê jî nivîskarên li gorî nêrîna desthilatê derketin holê û nivîskarên azad bêdeng û bindest man."

Di dawiya panelê de beşdaran nêrînên xwe yên li ser rewşa wêjeyê û zehmetiyên li pêşiya rewşenbîriyê li Sûriyeyê, parve kirin.

Piştre çîrokên bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin. Nivîskar Midiya Berekat nivîsên xwe yên bi Kurdî û nivîskar Mihemed Derewîş çîrokên xwe yên bi Erebî xwendin.

(mh/fr)