Li Dêrazorê êriş, li Siwêda pevçûn û li Şamê destdirêjî

Li Dêrazorê 2 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin, li gundewarên Siwêda jî şer rûda û li taxa El Wûrûd a Şamê destdirêjî li dikanekê hat kirin.

Li Dêrazorê êriş, li Siwêda pevçûn û li Şamê destdirêjî
28 mijdar, 2026   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (înê) bi şev li gelek herêmên Sûriyeyê pirsgirêkên ewlehiyê derket. Li bajarê Dêrazorê dewriyeyeke hêzên ewlekariyê kirin hedef û di encamê de du endamên ewlekariyê hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Piştî êrîşê hêzên ewlekariyê qedexeya derketine ji derve raghand û hêz li tevahiya bajêr hat belavkirin.

Li gundê Rîma Hazim ê Siwêdayê jî di navbera hêzên ewlekariya hundirîn û hêzên parastina neteweyî şer rû da. Di şer de her du aliyan dron û çekên giran bi kar anîn û piştî çend saetan rawestiya.

Li Şamê jî li gorî çavkaniyên herêmî grupekê bi matorsîkletan ket taxa El Wirûdê, êrîşî dikanan kir û her tişt şikand.

Hêzên ewlekariyê destwerdan kir û ji şêniyan xwest ku ji malên xwe dernekevin. Dewriyeyên hêzên ewlehiyê li taxê belav bû.

Hîna aramî li taxa El Wirûd çênebûye û hêzên ewlekariyê li taxê ye.

(np)

ANHA