ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-11-2025
30 mijdar, 2025   02:00

Ciwanekî 20 salî yê ji gundewarên Helebê koçberî Hesekê bûye, ji bo debara xwe li têketina Til Temirê ebayan difiroşe. Bi WÊNE Û DÎMEN. 

Bi PKK’ê re jinên Kurd azadiya ku bi hezaran sal bû lê digeriyan, dît û li ser vê bingehê yekem partiya siyasî ya jinan, artêşa jinan, bi sedan rêxistinên jinan, zanista jinan “jineolojî” ava kirin û îro ji jinên cîhanê re bûne pêşeng. Bi WÊNE Û DÎMEN. 

Li kantona Cizîrê xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgirîdayînê bi rêya peydakirina sotemeniyê, birêxistinkirina karê çewlikan û kêmkirina buhayên êm û çûçikan kir. Bi WÊNE Û DÎMEN. 

Rojnameyan dîse mijara Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan xistin rojeva xwe û diyar kirin ku ev bang dikare siberoja têkiliyên kurdan û ereban destnîşan bike. Li bajarên peravê jî xwepêşandêran dawxaza nenavendîbûnê kir. Hizbullah jî di rewşeka aloz de ye piştî êrişên li ser lîderên wê.

Platforma Çalakiyan a Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, penelekê bi sernavê (Ji bo jinavbirina tundiyê em civakek demokratîk û komînal ava bikin), li dar dixe, li Navenda Çand û Hunerê li bajarê Reqayê. 10.00. Bi WÊNE Û DÎMEN. 

Bo boneya (Roja Berxwedana Neteweyî), çalakiya peykerên zindî li bajarê Hesekê tê lidarxistin.11.00. Bi WÊNE Û DÎMEN. 

Şêniyên bajarên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê 2 meşên cuda ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li dar dixin. 11.00. Bi WÊNE Û DÎMEN. 

Partiya Yekîtiya Demokratîk ji bo bîranîna şehîd Şîlan û hevalên wê, civînekê li Hola Yekîtiya Parêzeran li bajarê Reqayê li dar dixe. 12.00. Bi WÊNE Û DÎMEN.