ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-11-2026
3 mijdar, 2026   02:00

Malbatên şehîdan ên li Dirbêsiyê da zanîn ku divê destkeftiyên ku bi berdêlên keç û kurên wan bi dest ketine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Til Temirê û gundên wê bi nêzîkbûna zivistanê re ji bo peydakirina mazotê gelek zehmetiyan dikişînin. Şêniyan xwest mazot bi buhayên kêm were belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêwirmendê êla El Cibûr Ekrem Mehşûş der barê derxistina gotara kînê û fitneya di navbera pêkhateyan de li bajarê Hesekê ji hêla aliyên derve ve, hişyarî da û da zanîn ku hişmendiya civakî planên wan aliyan têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê Festîvala 3’yemîn a Çandê de ji bo pêşbirka nivîsandina şanoyê veqetandiye û pêşwazkirina bermehan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Hesekê ji bo gerîlayên azadiyê yên şehîd merasîma bîranînê tê lidarxistin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 4‘emîn a Şanoyê ya "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê"  di roja xwe ya 5‘emîn de li bajarê Kobanê didome, saet 16.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)