Panorama Hefteyê: Banga Aştiyê deriyê pêvajoyeke nû vedike li peravên Sûriyeyê jî xwepêşandan

Rojnameyan dîse mijara Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan xistin rojeva xwe û diyar kirin ku ev bang dikare siberoja têkiliyên kurdan û ereban destnîşan bike. Li bajarên peravê jî xwepêşandêran dawxaza nenavendîbûnê kir. Hizbullah jî di rewşeka aloz de ye piştî êrişên li ser lîarên wê.

Panorama Hefteyê: Banga Aştiyê deriyê pêvajoyeke nû vedike li peravên Sûriyeyê jî xwepêşandan
30 mijdar, 2025   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, rewşa li peravên Sûriyeyê û mijara Hizbullahê nivîsîn.

‘TIRKIYE HESABÊN XWE YÊN JI BO KURDAN JI NÛ VE DINIRXÎNE: ÇIMA NIHA, ÇIMA OCALAN?’

Rojnameya El Ereb li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan nivîsî û diyar kir ku "kêliya heyî diyar a ezmûna vînê ya her du aliyan e. Pêdiviya serxistina însiyatîfê bi daxuyaniyên zêde û tedbîrên berbiçav ên avakirina baweriyê; wekî başkirina rewşa hiqûqî, berfirehkirina xebata siyasî, misogeriya vegera şervanan di çarçoveya qanûnî ya adilane de, heye. Li kêleka wê jî pêdivî bi xîtabeke nû ku raya giştî ya Tirkiyeyê ewle bike û aştiyê pêşkêş bike ku destkeftiyeke nîştimanî ye û gefan li serweriyê naxwe."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe destnîşan kir: "Di encamê de, banga Abdullah Ocalan a fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê temsîla kêliyeke werçerxî dike ku ji nû ve nexşeya aloziya Kurd û Tirkiyeyê were xêzkirin. Lê di heman demê de Tirkiyeyê radixe pêşiya mafên dîrokî; yan veguherîna dawiya tundiyê ber bi aştiyeke mayînde ve ku damarên krîzê çareser bike yan jî firseta nadir ku bi hêsanî dubare nabe, winda bike. Di navbera van her du vebijêrkan de siberoja têkiliya di navbera dewleta Tirk û Kurdan de ye û dibe ku bandorê li siberoja îstîqrarê ya Rojhilata Navîn bike."

Lİ BAJARÊN PERAVÊ XWEPÊŞANDÊRAN DAWXAZA NENAVENDÎBÛNÊ KİR

Rojnameya Şerq El Ewset di manşeta xwe de bal kişand ser xwepêşandanên li bajarên perava Sûriyeyê û diyar kir ku bi sedan ciwanên Elewî yên Laziqiyê, Tertûsê û Hemayê bangên kesayetên oldar ên wekî serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Sûriye û Dîasporê bersivandin û daketin qadan.

Xwepêşandêran pankartên bi daxwaza "rawestandina qetilkirinê", "nenavendîtî" û "berdana girtiyan" hildan.

Rojnameya El Xelîc jî destnîşan kir ku dirûşmên xwepêşandanan daxwaza "rakirina zilmê" û "bidawîkirina tevliheviyê" bûn û diyar kir ku ev tevger hêrsa ji ber hilweşîna rewşên aborî û ewlehî yên li perava Sûriyeyê nîşan dide.

LUBNAN, HIZBULLAH Û ALOZÎ

Rojnameya El Şersq El Ewsat nivîsî ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu nêzîkatiyeke ewlehiyê ya li ser bingeha berdewamkirina tunekirina kesên ji bo Îsraîlê xetere ne, heta di dema agirbstê de jî, pêk tîne. Ew operasyonên xwe yên leşkerî wek "bersiv"ên li dijî binpêkirinên aliyê din ve şîrove dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev nêzîkatî li Xezayê û Lubnanê bi awayekî zelal xuya bû û di êrişa dawîn a li taxên başûrê Beyrûtê de, li dijî Heysem Tabtabaî yê ji rêberên Hizbullahê, gihaşt lûtkeyê.