ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-10-2026
18 cotmeh, 2026   02:00

Nivîskar û rewşenbîrên Dêrikê gotin perwerde bi zimanê dayikê mafê gelan e û daxwaz kir ku di destûrê Sûriyeyê de fermî were naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê got, ji bo parastina aştiya navxweyî û pêşgirtina li fitneyan, ji tevahî partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û berpirsyaran tê xwestin ku xebateke hevgirtî bimeşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kirin. Di vê çarçoveyê de pirsgirêkên kombûna ava baranê çareser dike û rêyên xirabbûyî sererast kirin. Her wiha xebatên ronîkirin, paqijkirin û çandina daran didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Guhertinên li Rojhilata Navîn, bandorên aloziya di navbera Îran û Erebistana Siûdî de, her wiha siberoja tevkariya parastinê ya Erebistana Siûdî –DYA, xetereyên derbeyên leşkerî, piştevaniya Îran bi Hûsiyan re rojevên sereke yên hefteya borî yên medyaya erebî bûn.