'Agahiyên zêdekirina kîsên cenazeyên miriyan li nexweşaneya Siwêdayê derew e'

Çavkaniyekî tenduristî ji nexweşxaneya Siwêdayê nûçeya ku dibêje gelek kîsên ji bo cenazeyên miriyan hatine nexweşxaneyê derewand û destnîşan kir ku armanca van agahiyan ku tirsê di nava şêniyan de belav bike.

 'Agahiyên zêdekirina kîsên cenazeyên miriyan li nexweşaneya Siwêdayê derew e'
29 mijdar, 2025   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Siwêdayê li ser zimanê çavkaniyekî tenduristî ji nexweşxaneya Siwêdayê ya niştîmanî ragihand ku nûçeya dibêje 5 hezar kîsên ji bo cenzeyên miriyan li nexweşxaneyê ne derwe û ti rastiya wê ti ne, li gorî çavkaniyê armanc ji belavkirina nûçeyeke bi vî rengî derxitin û belavkirina tirsê di nava xelkê de ye ji bo ji xelkê re diyar bibe ku hazirtî ji êrişeke mîna ya beriya 4 mehan tê kirin.

Heman çavkanî eşkere kir ku kîsên ji bo cenazeyê miriyan normal bi rêya erebeyên alîkariya tenduristî û dermanan derbas dibe, hijmara ku niha li Siwêdaye ye derdora 500 kîs e, 200 ji wan li deboya nexweşxaneyê ye, yê mayî jî li kilînîkan e.

(ac)

ANAH