ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-10-2025
30 cotmeh, 2025   02:00

Jinên ku bi darê zorê ji Efrîn û Şehbayê hatine koçberkirin û li kantona Tebqayê dimînin, israra xwe ya ji bo derxistina çeteyên dewleta Tirk a dagirker û vegera ewle anî ziman. Jinan diyar kir ku şêniyên Efrînê dikarin xwe biparêzin û baweriya xwe bi tu hêzên derve tune ne ye. BI WÊNE  Û DÎMEN

Çalakvan û nivîskar Elî El Emîn El Siwêd destnîşan kir ku êdî sîstema nenavendî ji bo rizgariya ji dîktatoriyê bûye pêwîstiyeke nîştimanî. El Siwêd da zanîn ku divê ji tecrubeyên gelê Sûriyeyê ders werin girtin. BI WÊNE  Û DÎMEN

Heyva Sor a Kurd û Komîna Fîlman a Rojava li ser keda ajokarên ambulansan ên din şerê Reqayê (6’ê Hezîran-20 Cotmeha 2017’an) de belgefîlmekî çêdikin. BI WÊNE  Û DÎMEN

Li gundewarên Siwêdayê jî wekî li Efrîna dagirkirî binpêkirinên li dijî şêniyan bi dizî û talankirina zeytûnan pêk tên. Li hemberî van binpêkirinan hikumeta veguhêz a Sûriyeyê wek berpirsyar hat dîtin. BI WÊNE

Endamê Koordînasyona Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Cîbraîl Mistefa da zanîn ku `Mafê Hêviyê` mafeke exlaqî ye li gorî pîvanan ji mafê Rêber Abdullah Ocalan e û got “Tê diyare ku qanûn li gorî berjewendiyên siyasî pêk tên, li Tirkiyeyê her tişt girêdayî siyaseta dewleta Tirk e, qanûn, demokrasî û edalet tune ye.” BI WÊNE  Û DÎMEN

Li Festîvala Çanda Netewa Demokratîk pirrengiya pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Ermen derkete pêş. Pêkhateyan destnîşan kir ku divê çand were parastin, bi festîvalan têkilî û hevgirtina wan xurttir dibe û gotin “Li ser çanda netewa demokratîk em spasiya Rêber Abdullah Ocalan dikin.” BI WÊNE  Û DÎMEN

Jinên ji bajarên Hesekê, Hol, Şedadê, Til Temirê, Til Birakê û Dirbêsiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Hesekê meşeke girseyî li dar dixin, 09.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê Zanîngeha Kobanê komxebatekê bi beşdariya berfireh ji derve û hundirê welat, bi diruşa "Ji man û nemanê ber bi dengvedana li cîhanê", li Zanîngeha Kobanê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê li pêşiya avahiya xwe danûkan dikelîne û li zarokan belav dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li stadyûma Heysem Kico ya bajarê Qamişloyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kombûneke girseyî organîze dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Temirê cenazeyê endamê Gumrika Cizîrê şehîd Ebdulxaliq Mihemed Baqî Kotî yê ku dema li ser erka xwe bû, li herêma Ebû Fas, li ser rêya Şedad-Hesekê di qezayekê de şehîd bûbû, li goristana şehîdên Til Temirê defin dike, 14.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê cenazeyê kesayeta welatparêz û endama Koordînasyona Star a Efrîn-Şehbayê şehîd Hêvî Silêman li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê, defin dike, 16.00ˊan. BI WÊNE  Û DÎMEN