ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-10-2026
21 cotmeh, 2026   02:00

Malbatên şehîdan ên ji Tirbespiyê diyar kir ku divê keda bi hezaran şehîdan neyê jibîrkirin, wan pakrewanan xwe feda kir da ku ew bikarin bi zimanê dayikê bixwînin û bijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

‏Bi hatina zivistanê re bi dehan malbatên koçber ku di muzexaneya bajarê Kobanê de dimînin, bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû ne.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Fakulteya Jineolojî di nava hevyazbariya zanîngehên Sûriyeyê de ye û amadekariya masterê tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Amadekariyên Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn derbasî qonaxa duyemîn bûne. Piştî nirxandina berheman 45 berhem hatine hilbijartin. Niha kolan bi rengê sînemaya kurdî tên xemilandin û hola mîhrîcanê tê amadekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bazirgan û şêniyên li bajarê Hesekê ji ber bilindbûna buhayên madeyên xwarinê û kêmbûna tevgera bazirganiyê gazincan dikin û destnîşan dikin ku pirsgirêka heyî girêdayî lêçûna sotemeniyê, veguhastin, kêmbûna pereyan û derengmayîn serfkirina fatureyên genim e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Berdevka Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê Dîlber Omer li ser avakirin û xebatên însiyatîfê axivî û got “Em dixwazin li Sûriyeyê pirzimanî hebe. Kurdî di perwerdeyê de bibe fermî. Em ê xebat bidomînin, di asta neteweyî û navneteweyî de têkiliyên xwe çêkin. Serlêdanên saziyên mafan û NY’yê bikin. Di demeke nêz de me pêngava îmzeyan bidin destpêkirin. Hêvî û daxwazên gelê Kurd bigihînin parlamentoyê. Em ji tevahî pêkhateyan piştgiriyê dixwazin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkarên li bajarê Til Temir û gundewarên wê, ji ber bilindbûna buhayên sotemeniyê û lêçûnên pêvajoya çandiniyê miqdarên tovên genim û ceh ên ji bo mewsima nû ji hezar torbeyî kirine 300 torbe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongreya Îslama Demokratîk li mizgefta Şelah a Qamişloyê semînerekê li ser "Wêjeya cudabûnê" dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongra Star ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan li taxên Enteriyê, Xerbî, Hilêliyê û gundê Girbawî bîranîn li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).