ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-10-2026
9 cotmeh, 2026   02:00

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêber Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê Komploya Navneteweyî dest pê kir. Rêber Abdullah Ocalan li hember vê komployê 28 sal berê bi rêya siyasî û diyalogê biryara çareserkirina pirsgirêka Kurd da. Her wiha Rêber Abdullah Ocalan li dijî vê komployê ku armanc dikir ku wî tune bike, tevî tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê jî pirsgirêka Kurd îro bi “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” aniye ser maseya muzakereyê.

Di salvegera dagirkirinê ya 7`emîn de dosyaya binpêkirin, koçber û vegera li Serêkaniyê tê vekirin. Bi sedan malbat dest bi vegera li herêmên xwe dikin, lê ev pêvajo jî hîn nehatiye temamkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Hesekê anî ziman ku Biryarnameya 13’an pêdiviyên wan pêk nayne û ew daxwaz dikin xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên gundê El Derdara yê Til Temirê ji Kampa Waşûkanî vegeriyan gundê xwe lê vê carê kon li pêşiya malên xwe vedan û nikarin malên xwe lê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zextên darayî li ser cotkarên herêma Cizîrê zêde dibin. Li aliyekî din nîvê fatureyên wan ên berhemên genim bê serfkirin mane, buhayên pêdiviyên mesimê nû jî bilind in, ev dihêle ku ew ji bo kirîna tovan, semad, sotemenî û dayîna deynan bi awayekî demildest bi hacetî pereyên xwe yên mewsima borî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Meclisa Eşîra El Tey a Ereb şêx Hisên Ferhan Ebdulrehman El Tayî têkildarî bikaranîna xwepêşandan ji bo zêdekirina rageşiya di navbera Ereb û Kurdan de hişyarî da û daxwaza zêdekirina dan û standina di navbera pêkhateyên de herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)