ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-10-2025
28 cotmeh, 2025   02:00

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa biryara PKK’ê ya vekişînê wek gaveke mezin a dîrokî nirxand û got “Hikumeta Tirk neçar e bersivê bide, eger bersivê nede dê zirarê bibîne, eger bersivê bide jî neçar e gavan biavêje.” BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji bajarê Qamişloyê diyar kir ku pêkanîna aştî û demokrasiyê li herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Jinan bang li dewleta Tirk kir ku ji bo bersivdana banga Rêber Apo gavên cidî biavêje. BI WÊNE Û DÎMEN

Metirsî li gel cotkarên Sûriyeyê zêdetir dibe, bi taybet ji ber hikumeta veguhêz piştgiriya cotkaran nake û di bin navê piştgiriya sûkên serbest de bazarên Sûriyeyê ji şîrketên dewleta Tirk re vedike. BI WÊNE

Siyasetmedar û rewşenbîran pêngava gerîlayan a vekişîna ji Bakurê Kurdistanê wek gaveke dîrokî nirxand û got divê dewleta Tirk jî ji bo serxistina pêvajoya aştiyê gavan biavêje. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi destpêkirina dema çandiniyê re, buhayên tovê genim û ceh zêde dibin. Piştî saleke ziwa û zirarên mezin, ev yek zehmetiyên cotkaran zêdetir dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Heyva Sor a Kurd mehane xizmetên tenduristiyê ji bo zêdetirî hezar koçberên kampa Girê Spî pêşkêş dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê, li bin 2 konên sersaxiyê yên li gundên Til Kermî û gundê Qenter ên girêdayî bajêr, sersaxiyê dide malbatên şehîd Hêzên Xweparastinê şehîd Ebdulwehab Xelef û gerîlayê HPGˊê şehîd Ridwan Osman, 09.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Li hola Parka Azadî ya Qamişloyê li ser asta kantona Cizîrê Konferansa Komînan tê lidarxistin, 09.00ˋan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantona Reqayê Konferansa Yekitiya Esnafan a 1ˊemîn a kantona Reqayê bi diruşma "Bazara Civakî ya ji bo pêşxistin û geşepêdana aborî" li hola Yekitiya Parêzan a bajêr li dar dixe, 09.30ˋan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê cenazeyê şervanên QSDˊê Rênas Serhed li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi sernavê "Têkoşîna jinên Sûriyeyê û ezmûna avakirina aştî û civaka demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê", paneleke diyalogê li hola Meclisa Jinan a Sûriyeyê organîze dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger sersaxiyê dide malbata şervanê QSDˊê şehîd Rênas Serhed, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN