Hemasê cenazeyek Îsraîlî radestî Xaça Sor kir

Tevgera Hemasê cenazeyê rehîneyekî Îsraîlî ku li taxa Tufah a Xezayê hatibû dîtin radestî Xaça Sor kir. Di heman demê de rayedarên Îsraîlê jî amadekariyan dikin ku îşev cenaze wergirin.

Hemasê cenazeyek Îsraîlî radestî Xaça Sor kir
27 cotmeh, 2025   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Baskê leşkerî yê Hemasê "Ketîbetên El Qesam" ragihand ku wan cenazeyê girtiyekî Îsraîlê ku li taxa Tufah a Xezayê hatibû dîtin, saet di 21.00ˊan de radestî Komîteya Xaça Sor kir.

Raporan da zanîn ku di encama xebatên lêkolîn û lêgerînê de cenaze hat dîtin û ji bo wergirtina cenaze ji hêla Îsraîlê ve amadekarî tên kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hemasê der barê cihên cenazeyan de agahî dabûn tîma Misrê ya lêkolînan.

Radyoya Îsraîlê diyar kiribû ku Îsraîlê rê da Hemasê ku li xalên di hundirê "Herêma Zer" de li cenazeyan bigere.

(mh/fr)