ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-11-2026
21 mijdar, 2026   02:00

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê dibêjin divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin, ji ber ku ew bi vî zimanî tenê digihêjin hêviyên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

25`ê Mijdarê ji bîranîna Xwişkên Mirabal veguherî rojeke navneteweyî ya têkbirina tundiya li dijî jinan, ev boneya navneteweyî bangên ji bo derketina li hember hemû cureyên tundiyê yên bedenî, derûnî û civakî nû dike û daxwazên tunekirina zîhniyeta baviksalar tên kirin. (BI WÊNE).

Koçberekî ji gundewarên başûrê Serêkaniyê dema ku vegeriya gundê xwe, dît ku mala wî kirine gova pez û kesên dest daniye ser mala wî qebûl nekir ji malê derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şîrketa Îktîfai dest daniye ser berhema zeytûnan a hinek malbatên ji Efrînê û destûrê nade ku zeytûnên xwe kom bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li herêma Cizîrê malbat ditirsin ku vê zivistanê nekarin mazotê peyda bikin. Şêniyan ji hikumetê daxwaz kir ku mazotê erzan bike.

Kongra Star têkildarî tundiya li dijî jinan de semînerekê li navenda Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê dide, 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Saziya Jinên Suryanî bazaran cejna Neolê li hola Dêr Mar Butres li bajarê Qamişloyê vedike, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).