ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2024
26 kanûn, 2024   02:00

Jinan li kantona Reqayê got divê jin tev li çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bibin û ji her demê bêtir pêwîstiya jinan bi yekitiyê, nêrîneke hevbeş a têkildarî rola wan a di siberoja Sûriyeyê de heye.

Şêniyên bajarê Holê gotin ew li dijî hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkahteyên civakê de ne û ew piştgiriya QSD`ê dikin ku li hember planên dewleta Tirk keleheke asê ne.

Şêniyên bajarê Efrînê yê dagirkirî piştgiriya şênî û şervanên Kobanê kir û got planên dewleta Tirk a dagirker ku ji sala 2014`an ve DAIŞ`ê bi kar tîne, bi bin ketine.

Oldarên ji kantona Reqayê got dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî herêmê dixwaze şêniyan koçber bike. Di heman demê de li hember êrişan teqezî bi hevgirtinê kirin.

Rûspiyên bajarê Helebê diyar kir ku ji bo ku şaşiyên rejîma Baasê dubare nebin û siberoja Sûriyeyê di destûreke nû de dabîn bibe, divê sûriyeyî yek bin û rê li pêşiya fitneya ku dewleta Tirk dixwaze derxe, bê girtin. 

HPCˋê der barê piştgiriya QSDˋê li dijî êrişên li ser herêmê li pêş navenda xwe ya li bajarê Til Hemîsê daxuyaniyekê dide. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Gel a bajarê Tirbespiyê li avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê pêşdeçûnên dawî li Sûriyeyê ji pêkhateyên herêmê re civînekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Gel a bajarê Çilaxa li komîna gundê Sêfa yê başûrê bajêr têkildarî rewşa dawî li Sûriyeyê civînekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo û gundewarê wê 6 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan oxir dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji ajansa me re qala berxwedanana dîrokî ya li derdora Bendava Tişrîn û derdora pira Qereqozaqê diqewime kir û got, "Berdêl çi dibe bila bibe em ê li hember hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê berxwedaneke mezin raber bikin û bersivên tund bidin."