Bi hevkariya şêniyan gelek çek û cebilxaneyên şaneyan hatin desteserkirin

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên têkoşîna dijî şaneyên DAIŞˋê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantona Reqayê gelek çek û cebilxane desteser kirin û hevkariya şêniyan silav kir.

Bi hevkariya şêniyan gelek çek û cebilxaneyên şaneyan hatin desteserkirin
Bi hevkariya şêniyan gelek çek û cebilxaneyên şaneyan hatin desteserkirin
Bi hevkariya şêniyan gelek çek û cebilxaneyên şaneyan hatin desteserkirin
25 kanûn, 2024   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

 Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û got li taxeke Reqayê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˋê operasyona lêgerîna befireh li dar xist.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro, (25ˋê Kanûnê), hêzên me yên beşên Operasyonan û hêzên Taybet (H.A.T) li derdora girtîgeha navendî ya taxa Rumêla ya bajarê Reqayê, operasyona lêgerîna berfireh pêk anî. Ev operasyon li ser bingeha agahiyên teqez û piştrastkirî yên der barê hebûna şaneyên terorîstî yên girêdayî DAIŞˋê de pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ev şane li gelek cihên li bajarê Reqa û gundewarê hene. Bi wê re pêwîst bû ku hişyariyeke ewlehî ya zêde ji bo rûbirûbûna tavilê bi van gefan bê kirin.

 Her wiha ev operasyon li hember zêdebûna çalakiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞˋê li nava bajarê Reqa û gunewarê wê hate destpêkirin.

Di çarçoveya operasiyonê de, hêzên me dest danîn ser gelek çek û alavên qedexekirî û wiha ne:

 Damanceya Star a dirêj: 1

Damanceyên guhartî: 4

Cercorên tijî: 23

Mermiyên klaşînkov: 243 

Cercorên vala: 13

Çekên klaşnîkov: 13

Dûrbîna rojê: 1

Telefona (Hot 9): 1

Kêra çekê: 1

Rext: 4

 Hêzên me hevkariya gel silav dike. Agahiyên gel û piştgiriya wî di serkeftina vê operasyon û xurtkirina ewlehiya li herêmê de xwedî roleke mezin û hêja ye. Hevkariya şêniyan bi hêzên me re rihê nîştimanî yê bilind û xwesteka hevbeş a têkbirina terorê û parastina civakê ji her gefekê nîşan dide.

Hêzên me teqez dikin ku ew ê li dijî şaneyên terorîst operasyonên xwe dewam bikin ewlehî û îstîqrara herêmê misoger be. Em xebatên hêzên xwe yên tevahî beşên ewlehiyê ku beşdarî vê operasyonê bûne, silav dikin û spasiyên xwe yên taybet ji xelkê piştgiriya me kiriye û bawerî bi me kiriye re, dişînin. Em bang li xelkê xwe dikin ku ji bo xurtkirina ewlehî û têkoşîna dijî terorê di pêşkêşkirina agahiyên xwe de dewam bikin."

(fr)