Şêniyên Holê piştgirî dan ya QSD`ê

Şêniyên bajarê Holê gotin ew li dijî hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkahteyên civakê de ne û ew piştgiriya QSD`ê dikin ku li hember planên dewleta Tirk keleheke asê ne.

Şêniyên Holê piştgirî dan ya QSD`ê
26 kanûn, 2024   03:10
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmê didomîne. Hemwextî wê hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyan de belav bike. 

Di vê derbarê de şêniyên bajarê Holê yê kantona Cizîrê helwesta xwe ya li hember êrişan bi ajansa me re parve kirin.

Şahîn El Heran got: "Piştî ketina rejîma Baasê, valahiyeke mezin çêbû. Dewleta Tirk a dagirker vê valahiyê bi kar tine û bi rêya çeteyan êriş herêmê dike ji bo ku wê kontrol bike. Bi êrişan tenê nake, fitneyê di navbera pêkhateyan de derdixe ji bo ku vîna sûriyeyiyan zaîf bike û planên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne."

El Heran destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê dixwaze herêmê dagir bike lê sûcên hovane li dijî sivîlan dike û got: "Dewleta Tirk ji êrişan armanc dike, giyanê yekitiyê di navbera gelên herêmê de, têk bibe. Lê em ê hevgirtî bin û nahêlin ev plan bi ser kevin."

Sema El Ehmed bi El Heran re heman fikr e ku dewleta Tirk rewşa heyî li Sûriyeyê bi kar bîne û dixwaze armancên xwe bi dest bixe.

Sema wiha domand: "Piştî ketina rejîmê, Tirkiye dest bi parçekirina tevna civakî li Sûriyeyê kir. Dixwaze bi rêya êrişan fitneyê di navbera pêkhateyan de belav bike û sûcan li dijî sivîlan bike."

Sema diyar kir ku şêniyên bajarê Holê li hember êrişan yek in û got: "Em taîfetê û fitneyê red dikin. Em piştgiriya QSD`ê dikin ku parêzvanên vê axê û vî gelî ne."

Sema diyar kir ku dewleta Tirk bi hicetên cuda dixwaze herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike û xeyalên xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi dest bixe.

(şx)

ANHA