ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-05-2026
26 gulan, 2026   02:00

-Rojnameger Mehtap Orak pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye nirxand û got “Eger dewlet xwe demokratîk neke û vîna civakê esas negire, dê hilweşe. Êdî divê dewlet vê bibîne û demildest bikeve tevgerê. Keleha xelasiyê guherînên destûrî ne.”

-Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku qonaxa niha hewceyî xurtkirina yekitiya Kurdan e û dan zanîn ku yekitî bingeha parastina destkeftiyan û avakirina helwesteke siyasî û civakî ya yekgirtî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

-Milkên endamên rejîma Baasê li Sûriyeyê çawa tên birêvebirin? Kî çarenûsa wan diyar dike û kîjan qanûn an dezgeh mekanîzmayên desteserkirin, veberhênan û rêveberiyê pêk tînin?

-Xelkê Til Temirê bi kirîna cil û bergan, amadekirina şêraniyan pêşwazî li Cejna Qurbanê dikin. Şênî hêvî dikin ku bi vê boneyê re koçber vegerin warên xwe bi taybet ên Serêkaniyê. BI WÊNE Û DÎMEN

-Navenda Lêkolînên Çandiniyê ya li gundewarê Hemayê di salên dawîn de hat talankirin û texrîbkirin, hewceyî planeke lezgîn a sererastkirinê ye. Paşguhkirina navendê rola wê ya di piştgiriya lêkolînên zanistî de kêm dike.

-Xelkê Hesekê ji ber bihabûna kel û pelan gelek zehmetiyan dibîne heyanî ku pêdiviyên cejna Qurbanê pêk tînin.  BI WÊNE Û DÎMEN

-Nîqaşa berdewam a li ser derxistin an jî tevlêkirina zimanan li ser tabelayan û saziyan krîzeke kûr a baweriyê di hundirê Sûriyeyê de nîşan dide. Ger ev bêyî çareseriyeke li ser bingeha lihevkirinê berdewam bike, ew dikare hestên paşguhbûnê xurt bike û tevna civakî qels bike. BI WÊNE Û DÎMEN

-Hezkirina jinê hezkirina welat e. Lêgerîna li ser jinê lêgerîna li ser welat e. Di dîroka mirovahiyê de du hebûnên herî pîroz hene: jin û ax. Ev her du ne tenê du nav in, lê du cewher in ku hev temam dikin. Gava em dibêjin hezkirina jinê hezkirina welat e, em behsa hişmendiya parastina jiyanê û rûmeta axê dikin. Ji bo ku mirov rastiya welatê xwe nas bike, divê pêşîn rastî û keda jinan nas bike. BI WÊNE

- Meclisên Malbaêtn Şehîdan li bajarên Til Temir û Dirbêsiyê têkildarî tayînkirina endamên Parlamentoyê (Meclisa Gel) li Hesekê daxuyaniyan didin, saet 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi boneya Cejna Qurbanê li ser gorên şehîdan mûman pêdixin, saet 19.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN