Li Til Temirê amadekariyên cejnê û hêviyên vegera koçberan

Xelkê Til Temirê bi kirîna cil û bergan, amadekirina şêraniyan pêşwazî li Cejna Qurbanê dikin. Şênî hêvî dikin ku bi vê boneyê re koçber vegerin warên xwe bi taybet ên Serêkaniyê.

Li Til Temirê amadekariyên cejnê û hêviyên vegera koçberan
Li Til Temirê amadekariyên cejnê û hêviyên vegera koçberan
Li Til Temirê amadekariyên cejnê û hêviyên vegera koçberan
Li Til Temirê amadekariyên cejnê û hêviyên vegera koçberan
Li Til Temirê amadekariyên cejnê û hêviyên vegera koçberan
Li Til Temirê amadekariyên cejnê û hêviyên vegera koçberan
Li Til Temirê amadekariyên cejnê û hêviyên vegera koçberan
Li Til Temirê amadekariyên cejnê û hêviyên vegera koçberan
Li Til Temirê amadekariyên cejnê û hêviyên vegera koçberan
26 gulan, 2026   04:50
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re ku dikeve 27ˊê Gulanê re amadekarên şêniyan ên pêşwazîkirina vê boneyê ligel atmosfêra kêfxweşiya cejnê û hêviyên ewlehî û aramî li tevahî deverên misoger bibe didomin.

Nûçegihanê me li bajarê Til Temirê geriya, nêrînên şêniyan girtin. Welatiyan girêdana xwe bi cejnê ku boneyeke ji bo xurtkirina hezkirin û bexişandina nava civakê ye anîn ziman û diyar kir ku cejn xwedî peyamên mirovî û civakî ne û ji bo xurtkirina têkiliyên civakî û belavkirina çanda hevkarî û hevgirtinê firsetek e.

Girêdayî mijarê, welatî Zehra Emîn pîrozbahiyên xwe bi boneya Cejna Qurbanê pêşkêş kirin û hêvî kir ku li tevahî herêmê ewlehî û aramî belav be û li her deverê xêr hebe.

Zehra hêvî kir ku koçber li warên xwe vegerin bi taybet ên Serêkaniyê, ji ber ku vegera wan dê kêfxweşiya cejnê du qatî bike.

Têkildarî amadekariyên taybet bi cejnê Zehra da zanîn ku şêniyan dest bi amadekarina pêdiviyan kiriye weke kirîna cil û bergan û çêkirina şêraniyan.

Merwa El Îsa jî anî ziman ku cejn boneyek e ku çiqas şert û merc dijwar bin mirovan li hev kom dike û ya girîng jî parastina ruhê xwişk-biratî û nêzîkbûna ji hev du ye.

Merwa banga bidawîkirina rewşa nakokî û aloziyan kir û hêvî kir ku atmosfêreke têgihîştinê û hezkirinê di nava civakê de misoger bibe.

Ligel berdewama amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê, şênî bi hêvî ne ku cejna îsal bi xwe re ewlehî û aramiyek zêde bîne, nirxên wekhevî, hevkarî û yekitiyê di tevahî hûrgiliyên jiyana civakî de bimîne.

(fr)

ANHA