Li Amûdê panela têkildarî yekrêziya Kurdî û entegrasyonê

Endamê Meclisa Giştî ya PYDˊê û nûnerê Rêveberiya Xweser li Dewletên Kendavê Sîhanok Dîbo di paneleke diyalogê li Amûdê de diyar kir ku yekrêziya Kurdî rûbirûyî ezmûneke dijwar e û dosyaya entegrasyonê hîna çareser nebûye.

25 gulan, 2026   23:26
QAMIŞLO

Nivîsgeha Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Amûdê li Qehwexaneya Arta bi sernavê "Yekrêziya Kurdî û entegrasyon" û bi amadebûna siyasetmedar û rewşenbîran paneleke diyalogê li dar xist.

Panelê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endamê Meclisa Giştî ya PYDˊê û nûnerê Rêveberiya Xweser li Dewletên Kendavê Sîhanok Dîbo li ser pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn, aloziyên herêmî, rola hêzên navneteweyî axivî. Dîbo diyar kir ku rihên krîzan vedigerin peymanên dîrokî weke Sykes-Picot û berdewama bêaramiyê girêdayî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Dîbo amaje bi gelek peymanan kir, weke peymanên Enqere û parçebûnên pey wê re û anî ziman armanca wan peymanan cudakirian deverên Kurdan e lê bi saya vîna gelê Kurd nikarin gel ji hev cuda bikin.

Têkildarî rewşa Rojava Dîbo anî ziman ku Şoreşê damezrandina Rêveberiya Xweser encam da û di vê dawiyê de peymanek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin.

Sîhanok Dîbo rêwîtiya PYDˊê ya ji 2012ˊan ve pêşkêş kir û diyar kir ku PYDˊê roleke teware di şoreşê de lîst û pirsgirêka Kurd ji ber fedekariyan wan êdî xwedî rehenda cîhanî ye.

Têkildarî Konferansa Yekrêziya Kurdî ya di Nîsana 2025ˊan de Dîbo da zanîn ku ji bo parastina yekhelwestiya Kurdî û redkirina her hewldanên gefxwarinê xwedî girîngiyek e û îhtîmal e di siberojê de konferanseke Kurdî-Sûrî were lidarxistin.

Der barê bendên peymana 29ˊê Çileyê de Dîbo got: "Hîna pêk nehatine. Ji aliyê leşkerî ve dosya bi dawî nebûye, ji ber dosyaya YPJˊê heye, weke hêzeke jinan nayê naskirin. Bawernameyên bi zimanê Kurdî hîna fermî nehatine naskirin, li kêlek wê jî mijara parêzgeha Hesekê û rayayên wê jî hene."

Dîbo di dawiyê de tayînkirina vê dawiyê red kirin û got ew vîna gelê Kurd ê Rojava temsîl nakin û di siberojê de dibe ku bi xwe re bandoran bîne.

Di dawiya panelê de amadebûyan hejmara piras kirin. Dîbo bersiva pirsên amadebûyan da.

(fr)

ANHA