ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-11-2025
25 mijdar, 2025   02:00

Sazî û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hember zîhniyeta desthilatdar û şîdetê di nava salekê de nêzî 30 hezar plansaziyên çalakî û perwerdeyan pêk anîn û bi dozan re mijûl bûn. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê bi armanca geşekirina hilberandina çandiniyê û başkirina dabeşkirina zeviyan ji bo çandiniyê, sîstema elektronîk a nûjen ji bo plana çandiniyê ya nû ya 2025-2026ˊan da destpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Nûnerê MSDˊê yê Washingtonê diyar kir ku têkiliya di navbera hikumeta veguhêz û DYAˊyê de di qonaxa ceribandina siyasî de ye, ne wekî tê gotin ku hevkariya damezirandinê ye.

Di çend mehên borî de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berbiçav qezayên trafîkê zêde bûn ku di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn. Li hember vê rewşê Rêveberiya Trafîkê ya kantona Cizîrê tedbîrên giran ên sînordakirina qezayên trafîkê girtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Parêzer û çalakvana sivîl Şirûq Ebû Zêdan diyar kir ku li Sûriyeyê jin di nava tundî û kaosê de xeleka herî bêparastin in û bi bîr xist ku qanûnên heyî jinan naparêzin, lê dihêlin ku sûcdar ji cezayan bifilitin û sûcan bidomînin.

Di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, jinên kantona Firatê meşekê li dar dixin. Meş ji qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê dest pê dike (11.00). Rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişloyê jî meşeke girseyî li dar dixe. Meş ji çerxerêya Firinê ya Pêşesaziyê dest pê dike (10.30). Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê jî meşeke girseyî li dar dixe (11.00). Jinên bajarê Hesekê jî bi heman armancê meşekê li dar dixin (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê şehîdê QSD’ê Ezîz Şêx Elî li pakrewangeha bajarokê Hikumiyê oxir dikin. (14.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi munasebeta salvegera 8’an a avabûna gundê Jinwar ê li bajarê Dirêbsiyê yê kantona Cizîrê şahiyek li Jinwar tê lidarxistin (14.30). BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA