Komîsyon wê bi rojeva Îmraliyê bicive

Komîsyon wê di 26'ê Mijdarê de bi rojeva hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bicive.

Komîsyon wê bi rojeva Îmraliyê bicive
24 mijdar, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclisê hatiye avakirin wê di 26’ê Mijdarê de bi rojeva hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bicive. Ger komîsyon bicive, endamên komîsyonê yên ku çûne Îmraliyê di civînê de wê hûrguliyên hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re parve bikin.