Hêzên Piştevaniya Lezgîn agirbestek yekalî ragihand

Hêzên Piştevaniya Lezgîn agirbesteke mirovî ya yekalî ji bo 3 mehan ragihand.

 Hêzên Piştevaniya Lezgîn agirbestek yekalî ragihand
24 mijdar, 2025   23:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan pêşniyara navneteweyî ya agirbestê red kiribû, Hêzên Piştevaniya Lezgîn agirbesteke mirovî ya yekalî ji bo 3 mehan ragihand.

fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo di qeydeke deng de got ku ev gav wekî xwedîderketina li hewldanên navneteweyî di serî de însiyatîfa serokê Amerîkayê Donald Trump û hewldanên herçar dewletan, hat avêtin.

(mh)