ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-06-2026
25 hezîran, 2026   02:00

11 sal beriya niha çeteyên DAIŞ‘ê êrişeke hovane bir ser gundê Berxbatanê û bajarê Kobanê û komkujî pêk anî. Di encamê de 233 sivîl şehîd bûn û 270 jî birîndar bûn. BI WÊNE Û DÎMEN

- Cotkarên Hesekê ji ber derengketina wergirtina berhema wan a genim nerazîbûn nîşan dan, tevî ku wan bi rêya platforma serhêl dema wergertinê standiye. Cokaran diyar kir ku ew bi rojan li bendê mane û her rojekê zêde kiriye barkirinê jî zêde dike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Têkildarî tevlêbûna Sûriyeyê di şerê li hemberî Hizbullah de spekulasyon zêde dibin. Pispor destnîşan dikin ku li pêşiya vê destwerdanê astengiyên siyasî û leşkerî yên mezin hene. BI WÊNE Û DÎMEN

- Saziya Zimanê Ermenî ya Hesekê amadekariyên materyalên zimanê ermenî yên peymangehê dike û dê di betlaneya havînê de dewreyan ji bo zarokan veke.  BI WÊNE Û DÎMEN

- Şîrketa Projeyan a Îskender ji nû ve dest bi xebatên qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê heta bi deriyê Sêmalkayê ya bi dirêjahiya 100 kîlometreyan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Mamoste û xwendekaran biryara naskirina bawernameyên Rêveberiya Xweser wek gaveke girîng nirxand û got heya ku bawernameyên peymangeh û zanîngehan neyên naskirin û zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de neyê mîsogerkirin, ew vê biryarê têrker nabînin. BI WÊNE Û DÎMEN

-Meclisa Bajarê Til Temirê bi hevkariya Şaredariya Gel û Komînan xebatên paqijiya giştî dest pê dike, saet 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Parka Azadî ya Qamişloyê civînekê li dar dixe, saet 09.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Kongra Star a bajarê Çilaxa şehîd Zîlan li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajêr bi bîr tîne, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xelkê bajarê Hesekê bi meşekê ji Çerxerêya Kevokê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN