ROJEVA NAVENA NÛÇEYAN A 11-10-2026

ROJEVA NAVENA NÛÇEYAN A 11-10-2026
11 cotmeh, 2026   02:00

Şêniyên Çilaxayê da zanîn ku parastina hevgirtina civakî û têkiliyên dîrokî yên pêkhateyên herêmê ji bo derketina li beramberî hewldanên derxistina fitneyê esas e, çanda jiyana hevbeş, efûkirin û lihevkirinê ji bo herêmeke xwedî îstiqrar bingeh e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ji bo maçên Lîga Super a Sûriyeyê tê amadekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bandorên şerê li Yemenê, şerê Amerîka- Îranê, xetereyên rageşiya li tengava Hurmuzê, her wiha derketina hêzên Amerîka ji Iraqê rojevên sereke yên hefteya borî yên medyaya erebî bûn.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de civînekê li bajarokê Kêşikê yê Çilaxayê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zanîngeha Rojava semînerekê bi sernavê"Zimanê Kurdî li Sûriyeyê di qonaxa nû de: Rastî, arîşe û asoyên siberojê" li Fakulteya Çandiniyê ya bajarê Qamişloyê dide, saet 10.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)