Li Efrînê birîna daran dewam dike

Li gundewarên Efrînê birîna daran û veguhestina êzingên wan bê navber dewam dike. Ji dema dagirkirina Efrînê ve (2018) zêdetirî mîlyon dar hatine birîn.

Li Efrînê birîna daran dewam dike
25 hezîran, 2026   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh ji gundên Efrînê hin dîmen hatin parvekirin. Di dîmenan de ku welatiyan bi telefonên xwe kişandine xuya dibin ku kesên nenas li daristanên gundên Basûtayê û Eyn Gazî yên yên Efrînê daran dibirin û êzingên wan dibin.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku ji zêdetirî 8 salan ve qutkirina daran û bazirganiya wan dewam dikin, di encamê de rûberên mezin ên daristanan paşketine.

Li gorî daneyên dawîn yên ajansa me dane, ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve (2018), nêzî mîlyon û 30 hezar dar hatine birîn û wekî êzing û komir hatine firotin. Her wiha zêdetirî 12 hezar hektar daristan û erdên çandiniyê hatiye şewitandin.

(bb)

ANHA