ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-11-2026
7 mijdar, 2026   02:00

Şêniyên gundên Aliyanê ya Çilaxayê li hember zêdebûna zimanê nefret û kîndariyê banga hevgirtinê li pêkhateyan kir û ji hikumeta veguhêz xwest berpirsyariya xwe ya parastina welatiyan pêk bîne û mercên jiyanê baş bike.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li bajarê Hesekê, bi armanca derbaskirina werzîşeke nû li herêmê û derfet ji ciwanan re bê dayîn yekemîn Stadyuma Werzîşa Padel (Smash Padel Club) hat vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Lêkolîner Dîna Yaqûb destnîşan kir ku hevpeymana Eisenkot ne nêzîkatiyeke kêmtir leşkerî ji hevpeymana Netanyahu bi awayekî mutleq qebûl dike û ne jî bêtir meyldarê şer e û got "Cudahiya di navbera wan de di şêwaza rêvebirina pevçûnan û bikaranîna amûrên leşkerî û dîplomatîk e, di heman demê de ne di armancên bingehîn ên ewlehî û stratejîk ên Îsraîlê de ye, lê di nirxandina asta guhertinên di siyaseta derve ya Îsraîlê de ye.”  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Herêma Cizîrê tevî çavkaniyên xwe yên çandinî, yên xav û derfetên mirovî jî bi pirsgirêkên bilindbûna buhayan, lêçûna hilberandinê û firotinê re rû bi rû ye. Li aliyekî din jî kargehên herêmê hewl didin hilberîna xwe berfireh bikin, pêdiviyên sûkê bi cih bînin, derfetên kar ji şêniyan re peyda bikin ku di geşkirina aborî de bibe alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).