ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-04-2026
21 nîsan, 2026   02:00

Di dîroka gelê Kurd de gelek pêvajoyên girîng ên têkoşîna hebûnê hene. Jinên rojnameger ên wekî Rewşen Bedirxan, Sakîne Cansiz, Gurbetellî Ersoz, Zeyneb Erdem, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û  Cîhan Bîlgîn di van pêvajoyan de rûyê rastiyê derxist holê û rê dan pêşiya herikîna pêvajoyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji bajarê Til Temirê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got ew dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gorî Abdulmesîh El Şamî, NATO ne tenê ji ber şêweya şerê heyî tev li şerê li dijî Îranê nabe, lê nakokiyên DYA û hevalbendên wê yên li Ewropayê dibin sedem. Ev nakokî bi hatina Trump û şerê Ukraynayê re, zêde bûn.

Bijîşk El Hekîm Loqman li Qamişloyê bi dermanên xwezayî nexweşan tedawî dike, bi taybet kesên ku êş di hestî û sinirên wan de hene ku çareserî ji nexweşiyên xwe re nedîtine, berê xwe didin klînîka El Hekîm. BI WÊNE Û DÎMEN

Derengmayîna dayîna zêdebûna mûçeyên karmendan li Sûriyeyê nerazîbûn di nava karmendan de çêkiriye. Biryarnameyeke zêdekirina mûçeyan a ji sedî 50 derketibû ku diviyabû ji destpêka Gulanê ve dest pê bikira.

Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî, ji bo destnîşankirina rêveberên saziyan û cîgirên wan li Heseke û Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Gire Spî, li gorî mekanîzmayeke hevbeş dixebitin.

Kongra Star li bajarê Çilaxa civîneke der barê proseya entegrasyonê û rola Kongra Star de li hola PYDˊê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê şehîdên Qereçoxê li hola meclisê bi bîr tîne, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Ermenî bi hevkariya Meclisa Civaka Ermenî 2 panelên cuda; ya yekê li Parka Xwendinê ya Hesekê û ya duyemîn li hola Meclisa Malbatên Şehîdên Asûrî ya Til Temirê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê cenazeyê Hêzên Jinên Ermenî şehîd Talar (Nesrîn Şukrî Berkel) li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê bi diruşma "Dema dema azadiya jinê ye" meşekê li dar dixe, meş ji gundê Şêran ve dest pê dike, 11.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Pirtûkxaneya Şilêr a li bajarê Qamişloyê şahiya îmzekirina romana "Kulîlk" a nivîskar Lemaa Elî li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN