SOHR: Ji 2013ˊyan di girtîgehên Sûriyeyê de girtî hene

SOHRˊê diyar kir ku hîna di girtîgehên navendî û navendên girtinê de gelek girtiyên ku ji "salên şer" ên li Sûriyeyê hene û di şert û mercên pir dijwar de dijîn.

SOHR: Ji 2013ˊyan di girtîgehên Sûriyeyê de girtî hene
20 nîsan, 2026   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku hîna hejmarek girtî di nav de endamên hêzên rejîma berê bi salane di girtîgehan de ne.

SOHRˊê da zanîn ku hin ji wan girtiyan ji 2013ˊan ve hatine girtin, di nava gelek girtîgeh û navendên girtinê de hatine veguhastin û di rewşên mirovî yên pir zehmet de dijîn.

SOHRˊê diyar kir ku ev girtî di girtîgehên navendî weke Edra, Hema, Heleb, Hums û gelek navendên girtinê li bakurê rojavayê welat weke El Raî û Serdemayê de ne.

Li gorî SOHRˊê hin navendên girtinê yên pir tund hene weke "Girtîgeha Mexara" li herêma Cebel El Zawiye ya başûrê Idlibê ku di şikeftan xwezayî de hatin avakirin û "Girtîgeha El Uqab" li heman herêmê.

Li gorî agahiyan, hin girtî çekdar an jî endamên teşkîlatên leşkerî yên berê ne, li ser pirsgirêkên ewlehî hatibû girtin.

(fr)