Trump: Tê payîn ku îşev peymanek bi Îranê re were îmzekirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku tê payîn ku îşev peymanek bi Îranê re were îmzekirin.

Trump: Tê payîn ku îşev peymanek bi Îranê re were îmzekirin
20 nîsan, 2026   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ji Fox Newsˊê re got, "Îşev dê peymanek bi Îranê re were îmzekirin."

Trump destnîşan kir ku şandeyeke payebilind a Amerîkayê ku Cîgirê Serok J.D. Vance û Nûnerê Taybet Steve Witkopf jî di nav de ne, ji bo gera nû ya danûstandinan bi Tehranê re ber bi Pakistanê ve diçin.

New York Times ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Îranî daxuyand ku şandeyeke Îranî dixwaze roja sêşemê ji bo danûstandinan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re biçe paytexta Pakistanê, Îslamabadê, di heman demê de Tehran hîn jî li ser beşdarbûna xwe difikire.

(fr)