ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2026
20 tîrmeh, 2026   02:00

Şêniyên Amûdê got ew qebûl nakin navê gund û bajarên wan biguherînin û zimanê kurdî ji bo wan xeta sor e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Hesekê, taxa El Telaî û Kampa Serêkaniyê nêzî cihê komkirina çopê ne. Ji ber bêhna çopê û dûmana jê dertê, tenduristiya şêniyan di xetereyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Sûriye malbat nikarin avahiyan bikirin, gelekî biha bûne û xelk li bendê ye ku hevsengiya bazarê were guhertin.

Ji fermandarên Hêza Jinan a Ermen Talîn Serkîs diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo birêxistinkirina pêkhateya Ermen li herêmê bû qonaxeke guhertinê û rê li ber damezirandina yekemîn tabûra leşkerî ya Ermenan vekir û li kêleka wê rola jinên Ermen a di nava xebatên leşkerî û rêxistinî de derxist pêş. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çapemeniya Jin di şoreşa Rojava de ne tenê bûyeran dişopîne û belge dike, bûye parçeyek ji têkoşîna jin a li hemberî zîhniyeta mêr. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên gundê Şebekê yê Çilaxayê ji sala 2023‘an ve zehmetiyên qutbûna kehrebeyê dikişînin. Gerînendetiya Kehrebeyê diyar kir ku ew ê di demeke nêz de vê pirsgirêkê çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê salvegera 14‘emîn a Şoreşa Rojava li Parka Şehîd Zevîn pîroz dikin, saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).