Li Hewêrê di êrişa Îranê de leşkerekî Amerîkayê hat kuştin

Fermandariya Navenda Hêzên Amerîka (CENTCOM) ragihand ku di encama êrişa duh a droneke xwekuj de leşkerekî wan li Hewêrê hatiye kuştin.

Li Hewêrê di êrişa Îranê de leşkerekî Amerîkayê hat kuştin
19 tîrmeh, 2026   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

CENTCOM’ê têkildarî kuştina leşkereke xwe ya di encama êrişên Îranê ya li ser Hewlêrê de agahî da.

Li gorî CENTCOM’ê 18’ê Tîrmehê leşkerekî Amerîkî di encama êrişeke droneke xwekuj ya li ser Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê de hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Hêjayî bibîr xistinê ye duh jî di êrişa Îranê de ya li ser Urdunê leşkerek hatibû kuştin û yek jî birîndar bûbû.