ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-05-2026
14 gulan, 2026   02:00

- Oldarê Êzidî Enwer Delef banga lidarxistina kongreyeke neteweyî û avakirina lêvegereke yekbûyî kir û wek rêya yekane ya parastina mafên gelê Kurd nîşan da. BI WÊNE Û DÎMEN

- Endamên Meclisa Eremenî diyar kir ku jin dê bi têkoşînê cihê xwe di nava destûra Sûriyeyê de bigirin, her wiha hevpeymana jin a ku mafên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye parastin di destûrê de bê qebûlkirin da ku mafê tevahî jinên Sûriyeyî were misogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Di nav saziyên hikumeta Sûriyeyê de rola kesayetên bi navê "şêx" wek desthilatdariyeke bibandor derketiye holê. Ew destwerdana hemû kar û barên xizmetguzarî, dadwerî û milkan dike, her wiha ji bo pejirandina projeyên veberhênanê jî destûra wî tê xwestin.

- Xwendekarên Til Temirê xwest zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bibe zimanê fermî û misoger bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li Hesekê ji bo amadekariyên bersiveke bilez a li hember şewatên li zeviyan, şaneyek krîzê hatiye avakirin û 17 xalên agirkujiyê li deverên cuda hatine avakirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Pirtûkxaneya Qusey El Besrî bala xwendevanan dikişîne. Gelek cureyên pirtûkan lê hene û ji bo ciwanan bûye cihekî dilkêşiyê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek diyalogê bi sernavê "YPJˊê ji damezrandinê heta bi entegrasyonê" li hola Xwaringeha Gabrîal a Qamişloyê organîze dike, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi boneya Roja Zimanê Kurdî xelkê bajarê Hesekê bi meşekê daxwaza tesbîtkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de dikin, saet 11.00ˊan, xelkê Kobanê jî meşekê li dar dixe, saet 11.00ˊan, xelkê Dirbêsiyê û Til Temirê jî li ser gorên şehîdan mûman pêdixin, saet 19.00ˊan, Orkestra Rojava li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, saet 09.30ˊan, şêniyên Qamişloyê meşekê ji Çerxerêya Osman Sebrî li dar dixin, saet 10.30ˊan, mamoste û xelkê bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê mûman li ser Pakrewangehên şehîd Delîl Saroxan, Dilşêr û Xebat Dêrik pêdixin, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya ji hêla Meclisa Wêjeyê ya Rojava -Qamişlo ve li Pirtûkxaneya Şilêr a Qamişloyê tê lidarxistin di roja xwe ya dawiyê de dewam dike, di çalakiyê de pirtûka "Rojnivîsên Beybûnê" a nivîskar Kemal Necim tê îmzekirin, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN