Celadet Elî Bedirxan li ser gora xwe li Şamê hat bibîranîn

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser û Kurdên li Şamê ramyar û zimanzanê Kurd Celadet Elî Bedirxan bi boneya Roja Zimanê Kurdî bi bîr anî û diyar kir ku wî bi rêya nivîsandin û derxistina kovara Hawarê kevirê yekemîn di pêşxistina zimanê Kurdî de danî.

Celadet Elî Bedirxan li ser gora xwe li Şamê hat bibîranîn
Celadet Elî Bedirxan li ser gora xwe li Şamê hat bibîranîn
Celadet Elî Bedirxan li ser gora xwe li Şamê hat bibîranîn
Celadet Elî Bedirxan li ser gora xwe li Şamê hat bibîranîn
Celadet Elî Bedirxan li ser gora xwe li Şamê hat bibîranîn
Celadet Elî Bedirxan li ser gora xwe li Şamê hat bibîranîn
Celadet Elî Bedirxan li ser gora xwe li Şamê hat bibîranîn
13 gulan, 2026   23:03
ŞAM

Komeleya Neviyên Selahedîn bi hevkariya Komeleya Osman Sebrî bi boneya Roja Zimanê Kurdî ramyar û zimanzanê Kurd Celadet Elî Bedirxan li ser gora wî ya li Şamê bi bîr anî. 

Çalakî li goristana Şêx Xalid a li taxa Ruknedîn a Şamê bi amadebûna hejmarek ji Kurdên li Şamê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, nûnerên ji Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer hat lidarxistin.

Di çalakiyê de endamê Komeleya Osman Sebrî Ebdulhadî Mihemed Remedan, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Hevserokê PYDˊê Xerîb Hiso amade bûn, kulîlk danîn ser gora Elî Bedirxan.

Di bibîranînê de Îlham Ehmed axivî û got: "Bi boneya Roja Zimanê Kurdî em hemû kesên dîroknas û zimannas ên ku keda wan di pêşxistina zimanê Kurdî de hebû bi bîr tînin. Em îro dibînim ku zimanê Kurdî ew qas bi çend zaravayan bi pêş ketiye, hem nivîsandin hem xwendin bi keda van kesayetan bû."

Îlham anî ziman ku: "Yê ku kevirê yekemîn ê zimanê Kurdî danî, kovar belav kir, nivîsand û weşand Celadet Elî Bedirxan bû. Celadet bi rêya nivîsandin, weşandin û derxistina Kovarê zimanê Kurdî bi pêş xist. Hebûna civakan, hebûna gelan bi hebûna ziman e."

Di dewama axaftina xwe de Îlham got: "Di dîroka Kurdan de ji bo tunekirina zimanê Kurdî û dîroka wan siyasetên pişaftinê pir bi taybet hatine meşandin. Lê van kesayetan ked dan, xeterî dan ber çavên xwe, rê li ber qirkirina zimanê Kurdî û çanda ewqas dûdirêj girtin. Îro em encamê dibînin ku dibistanên bi zimanê dayikê li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê û li derveyî welat zimanê Kurdî tê xwendin û bi pêş ketiye."

Îlham Ehmed di dawiyê de got: "Em van kesan û xebatkarên fêrkirin û perwerdekirina zimanê Kurdî silav dikin û dibêjim mil bi mil em têkoşîn bikin heta ku mafê zimanê Kurdî di destûrê de misoger dibe. Em di Sûriyeyê de têkoşînek taybet ji bo zimanê Kurdî didin meşandin û xeta me ya bingehîn e û em ê heta serkeftinê dewam bikin."

Xerîb Hiso jî wiha anî ziman: "Her kesê ji bo ziman xebitiye, têkoşîn kiriye em spas dikin. Kesayeta wek Celadet Elî Berxwedian ji bo zimanê Kurdî xwe westandiye, pirtûk nivîsandine. Alfabaya Kurdî bi tîpên latînî nivîsiye. Ne tenê kovara Hawarê derxistiye, lê gelek pirtûk jî çêkirine, bi taybet jî pirtûka ˋXwe nas bikeˊ."

Di dewama axaftinê de Hiso diyar kir ku çiqas civak hebin ger zimanê wan civakan tune be, ew civak nikarin îfadeya xwe bikin. Civak laş e, ziman jî rih e, fikr e, dîrok e, hebûn e, çand e, erdnîgarî ye, her tişt e. Zimanê Kurdî li çar parçeyên Kurdistanê tê xwendin, lê nebû fermî.

Hiso got: "Tiştê ku em dixwazin zimanê Kurdî li herêmê li kêleka zimanê Erebî , li kêleka zimanê Tirkî û zimanê Farisî ku çawa ew fermî ne, zimanê Kurdî jî bibe fermî."

Xerîb Hiso wiha dawî li gotina xwe anî: "Dema ziman tê înkarkirin civak jî tê înkarkirin, tê qetilkirin.  Hêviya me ew e ku em Kurd zimanê xwe biparêzin, koka xwe biparêzin, xwedî li ziman û dîroka xwe derkevin. Ji aliyên eleqedar jî tê xwestin ku rewşa zimanê Kurdî û gelê Kurd berçav bigirin. Ji ber zimanê Kurdî zimanekî resen û xwedî dîrok û çandeke pir mezin e. Ji bo ku ev ziman were fermîkirin û qebûlkirin tu pêwîstî bi hincetan tune ye, ji ber her tişt amade ye. Em hêvî dikin ku di dema pêş de di çarçoveya qanûnî de bibe zimanekî fermî."

(fr)

ANHA