Li derdora Wadî Ruqad û gundê Cemlê yên Derayê tevgerên Îsraîlê

Li nêzî Wadî Ruqad û gundê Cemlê yên rojavayê Derayê tevgerên leşkerî yên Îsraîlê hene û gule ber bi zeviyên çandiniyê ve hatin avêtin.

Li derdora Wadî Ruqad û gundê Cemlê yên Derayê tevgerên Îsraîlê
12 cotmeh, 2026   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li derdora Wadî Ruqad û gundê Cemlê yên rojavayê Derayê 2 tankên Îsraîlê ber bi odeya Mucehem a nêzî nuqteyên belavbûna hêzên UNDOF’ê ve çûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku 6 erebeyên leşkerî ber bi Wadî Ruqad û 3 wesayîtên li ser pira Ruqadê li jêrî gundê Cemlê ve tev gerîn.

Di nava rojê de jî hêzeke Îsraîlê ya ji 4 wesayîtan pêk tê ber bi Wadî Ruqad ve çûn û gule avêtin nava zeviyên çandiniyê.

Hêzeke din a Îsraîlê jî ya ku ji 2 wesayîtan pêk tê di deriyê Ebû El Xîsar ve derbasî herêmê, gule ji çekên giran ber bi zeviyên vala ve avêtin û piştre ber bi Colanê ve vekişîne.

(f)