Li Derayê bi guleya bêserûber zarokek hat qetilkirin

Di êrişeke çekdarî li bajarokê Meirebe yê rojhilatê Derayê de zarokek birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.

Li Derayê bi guleya bêserûber zarokek hat qetilkirin
12 cotmeh, 2026   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), îro, di encamê avêtina guleya bêserûber a ji ber êrişa di navbera welatiyan de li bajarokê Meirbe yê rojhilatê Derayê de zarokek birîndar bû û ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ê daxuyand ku vê sibehê zarokek birîndar bû û piştî çend saetan jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka 2026’an ve 150 kes bi guleyên bêserûber hatine kuştin.

(f)