Li gundewarê Til Temirê yê dagirkirî şewatek derket

Li herêmeke gundewarê bakurê bajarê Til Temirê yê di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şewatek derket. Şênî metirsîdar in ku şewat belav bibe û zeviyên wan bikeve.

Li gundewarê Til Temirê yê dagirkirî şewatek derket
2 hezîran, 2026   22:32
HESEKÊ

Vê êvarê, li herêmeke gundewarê bakurê Til Temirê yê di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ye şewatek derket û şêniyan ji rûberên dûr ve dît.

Nûçegihanê me ji bajêr daxuyand ku şewat li herêmeke bakurê bajêr derketiye, lê heta niha agahiyên rast der barê sedem û zirarên çêbûne de nîn in.

Nûçegihan destnîşan kir ku şênî metirsîdar in ku şewat derbasî nava zeviyên wan bibe.

(fr)

ANHA