ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-10-2026
4 cotmeh, 2026   02:00

Parêzer Beşîra Cemaleddîn daxwaz kir ku hemû ders û mijarên perwerdeyê li Sûriyeyê bi zimanê kurdî jî bin û di hemû qonaxên xwendinê de bên dayîn. Her wiha bang li partiyên Kurdan û pisporên zimanê kurdî kir ku ji bo fermîkirina zimanê kurdî hewldanên xwe bikin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkar û bazirganên bajarê Dirbêsiyê ji ber derengketina wergirtina pereyên genim bi astengiyên aborî re rû bi rû ne. Ev yek bandorê li tevgera bazirganî û peydakirina pêdiviyên ji bo demsala nû ya çandiniyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Qenewêç beşeke hûrgiliyên jiyana rojane ya malan û parçeyekî esasî yê boxçikên bûkan bû. Paşê bi derketina modelên hazir ên nû re bikaranîna wê kêm bû. Îro ji qenewêçê tenê parçeyên kêm mane, ew jî wek bîrdanka dayik û dabîran tê parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji Hezîranê heta Îlonê li parêzgeha Hesekê 157 bûyerên gezkirina kûçikan hatine tomarkirin. Gerînendetiya Tenduristiyê da zanîn ku li gorî salên berê, ev hejmar bilindtir e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ligel berdewama bandora şerê Amerîka-Îranê û belavbûna wî li korîdorên deryayî krîza Tengava Hurmuzê di nava guhertinên herêmî de derketiye pêş. Di heman demê de aloziya li Xeza, Şerîda Xeza û Lubnanê zêde dibin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiye û rojnamevan di salvegera 4‘emîn a şehadeta xwe de li Hesekê, Qamişlo û Kobanê tê bibîranîn, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya salvegera 16‘emîn a serjimariya îstisna ya  li parêzgeha Hesekê hatibû kirin ku di encama wê de bi hezaran Kurd bê nasname hatin hiştin, Tora Qurbaniyên Bê Nasname ya Hesekê bi tevkariya Tora Herêmî ya Bê Nasnameyê ya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (Hewîyetî), Însiyatîfa Parastina Hiqûqî û Wefeya Hevdestî ya Qurbaniyan komxebatekê li bajarê Qamişloyê li dar dixin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li ser bûyera şewitandina ala  Kurd li bajarê Hesekê Meclisa Jinan a TEV-DEM‘ê daxuyaniyekê li Hesekê dide. Bi heman armancê şêniyên bajarokê Qibûr Qeraçînê ya Til Temirê jî daxuyaniyekê didin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi armanca redkirina birayra Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya ya derbarê zimanê Kurdî de xwendekarên Dibistana Jîr çalakiyekê li dar dixin, saet 11.00‘an. Meclisa PYD‘ê ya Dirbêsiyê jî daxuyaniyekê dide, saet 12.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Malbat û Niştecihan li bajarê Hesekê tê vekirin, saet 12.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendeya Têkiliyên Çandî ya hikumeta veguhêz hevdîtineke çandî li navenda çandê ya Til Temirê li dar dixe, saet 14.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Zimanê Kurdî bi hevkariya Rêveberiya Minhacan a Wezareta Perwerde û Fêrikinê bernameya çalakiyan ji bo dibistanan bi zimanê kurdî li dar dixe, saet 17.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)