Li Idlibê 2 endamên Wezareta Parastinê hatin kuştin

Li bajarokê Foa yê Idlibê bi guleya çekdarên nenas 2 endamên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê hatin kuştin.

Li Idlibê 2 endamên Wezareta Parastinê hatin kuştin
28 cotmeh, 2026   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di gulebarana çekdaran nenas li bajarokê Foa yê Idlibê de 2 endamên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatin kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku yek ji kuştiyan ji parêzgeha Idlibê ye û yê din jî ji bajarê Resten e. SOHR’ê destnîşan kir ku heta niha hûrgiliyên bûyerê yan jî nenasnameyên êrişkaran an jî aliyê li pey bûyerê nayên zanîn.

Di 21’ê Cotmehê de jî endamekî din ê wezaretê yê ji bajarokê Otaya yê Xûta Şerqiyê yê Rîf Şamê bi destê çekdarên nenas hatibû kuştin û sedemên wê nehatibûn zanîn.

(f)