ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-10-2026
1 cotmeh, 2026   02:00

Xwendekar û dayikên wan biryara Wezareta Perwerdeyê ya sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî red kir û got ew di perwerdeya bi zimanê dayikê de bi israr in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka TEV-DEM`ê Remziye Mihemed got “Di xebatên entegrasyonê de hikumeta veguhêz jinan paşguh dike. Hêzên navdewletî yên ku ev rêveberî anî ser desthilatê, dixwazin modeleke tarî li Sûriyeyê çêkin û ev jî dê bibe sedema şerê navxweyî.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şîrovekarekî siyasî yê ji Iraqê Cebar El Meşhedanî siberoja Iraqê bi pêvajoya şerê DYA-Îranê û geşedanên herêmî ve girê da û hişyarî da ku domandina rageşiyê dê welat bike qada tesfiyekirinê.

Rewşa jiyanî ya zehmet û zêdebûna buhayên sotemeniyê, dihêle ku malbatên li herêma Cizîrê ji bo dabînkirina pêdiviyên esasî li alternatîfan bigerin û şaxên darên xwe û bermahiyên sebzeyan ji bo germkirinê wek alternatîf dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Enwer Sofî bi rêya helbestan ziman û çanda kurdî parastiye û di nava civaka xwe de bi navê `Cegerxwînê Dêrikê` tê nasîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî salan xwendekarên li Rojava bi guhertina pergala perwerdeyê re rû bi rû ne. Siyasetmedar û rewşenbîr vê yekê wek berdewama paşguhkirinê dibînin û daxwaza parastina destûrî û sazûmanî ya mafên Kurdan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendeyê Şîrketa Ava Vexwarinê ya Hesekê Ferhan Iweyis destnîşan kir ku miqdara dayîna avê rojane ji Stasyona Elokê hatiye zêdekirin û di destpêka sala bê de fê alavên stasyonê bên guherandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê merasîma bîranîna şehîdên sê mehan li navenda çandê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi armanca redkirina birayra Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya sînordarkirina saetên perwerdeya bi zimanê kurdî, Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê panelekê bi sernavê "Zimanê me şaristaniya me ye" li Dibistana Quteyba ya bajarê Qamişloyê li dar dixe. Xwendekar li dibistana Telayî a bajarê Qamişloyê jî çalakiyekê li dar dixin, saet 11.00‘an. Xwendekar û mamosteyên dibistana Şehîd Roza Cûdî ya li bajarê Dirbêsiyê jî daxuyaniyekê didin, saet 09.00‘an. Kongra Star li bajarokê Qibûr Qeracşînayê daxuyaniyekê dide, saet 11.00‘an, her wiha xwendekarên dibistana gundê El Mensefê yê Til Temirê daxuyaniyekê didin, saet 12.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)